Dadgeheke li Amedê îroj sê sal û sê meh zindan li xwediyê rojnameya Azadiya Welat Vedat Kurşun birîn. Azadiya Welat ragihand ku dadgehê xwediyê wê Kurşun bi weşandina propagandaya "rêxistineke teroristyane" û herweha bikaranîna peyvên "Kurdistan" û "Serokê Gelê Kurd" ji bo serokê PKKê Ebdela Ocalan gunehkar kiriye. Vedat Kurşun ji şibata îsal ta nîsanê di zindanê de bû û dûra serbest hatibû berdan. Azadiya Welat li Tirkiyê yekemîn rojnameya kurdî ye ku rojane weşana xwe bi zimanê kurdî dike. Ew weke rojnameyeke nêzîkî PKK tê naskirin.(amude.com)
Nêçîrvan Barzanî di Die Welt de diaxive
13.06.2008
Rojnameya elmanî Die Welt di hejmara xwe ya sibe (12.06.2008) de hevpeyvîneke bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re diweşîne. Di vê hevpeyvînê de Barzanî dibêje ku Iraq bûye dewleteke federal, "lê hin kes hene ku naxwazin vê yekê fêm bikin". Barzanî li ser kêşeyên sereke di rojeva Kurdan de radiweste û bersiva pirsên li ser kêşeyên Kurdan bi hikumeta navendî ya li Bexdayê re, pirsgirêkên bi Tirkiyê re û kêşeya PKKê û herweha kêşeyên Kurdan ên navxweyî dide. Hevpeyvîn ji aliyê rojnamevan Sîrwan H. Berko ve hatiye kirin. Die Welt yek ji mezintirîn û giringtirîn rojnameyên Elmanyayê ye.
Hevpeyvîna bi Nêçîrvan Barzanî re berî niha li gelek deveran deng veda. Medyaya tirkî, erebî û ya kurdî bi şêweyekî berfireh guh da hevpeyvîna bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê re. Herweha radyoya elmanî ya dewletê WDR beşine giring ji hevpeyvîna bi Barzanî re weşand. ql .(amude.com)
Celadet Bedir Xan çirîska zanînê ye
Siyamend Brahîm
03.05.2008
Piştî pêşengên pêşî ji siyasmedar û rewşenvîrên kurd ên amedebûna şoreşa Agirê pê rabûn û ew şoreş ha têkçû û Firansan ew birin Şamê, û pirraniya wan bûn mêvanên niştimanperwerê kurdê Şamê Elî axayê Zilfo ku ew cih û xwarin da wan, Îcar li vir rola mirovê ku li dûr dinerî, Zanyarê hêja Celadet digot: "Şerr ji rûniştinê çêtire" raste Seydayê me ewe rast ew ku mirov di her dem û wextê de di eniya şerr de pêkhatî be û derft pişt xwe nehêle, ji ber ku tu carî derfeta qenc zû nayê, Gelo eger Celadet elfebeya kurdî latînî û kovara (Hawarê) dernexistaba gelo ew pêşengên pêşî wekî (Osamn Sebrî, Kamiran Bedir Xan, Qedrî Can, Nûrr dînZaza, Hesen Hişyar, derkeibana?
Lê rastiya li ber çavan ewe ku di dîroka milletan de kêm mirovê serwext, bîrewer, ramangîr û têgihştî derdikevin meydana dahênanê.
Lê Celadet yek ji wan kesên ku bi dilekî fireh û mezin ew asteng û dijwariyên pêşberî wî dibûn bi singeke fireh û bi vîneke pola dubuhurand, tu carî sersarî û ku tiştekî ser guhê xwe bavêje tune ye, Celadet xwediyê şîneke bêteşeye ew pêl hemû astengan dibû û serkeftî ji vî şerrê han derdiket, û pila serkeftinê li cem wî bilndbû, bilindbûna çiyayê Kurdistana regîna.
Belê ew gava ku mîr Celadet ramiya ku Hawarê derxe û rajekariya (xizmeta) gelê xwe di warê rewşenbîrî û zi,anê xwe bike, ew biryara dîrok da, û dan nîşana mêranî û mêrxasiyê ye, şana zana û mirovê serwext û sergevaziyê ye(El ze'ma elewhediye)
Lê eger em têkevin nîvişka mijara xwe an jî mebest û daxwaza xwe û me ev nemûneyên han ji mirovê ku li qada zanîn de xwedan bejneke pir bilnde, û di qada zanînê mamoste Osamn Sebrî bi dehan car ji min re digot: Apo gava Celadet gotineke kurdî nizanibe digote: Ezbenî ez dehkera(xefaya) vê gotinê nizanim, ê li vir mirovê serbilind û bi rûmet tê naskirin, û evê mînakeke ber cava ye ku xortên me yên nifşên nuh xwe gelekî zana û jîr û jêhatî nabînin jiber ku bi sedan gotinên kurdî windane, Li vir mînakeke Celdet timî mamoste Osman ji me re li ser zimanê Celadet digo: Zimanê kurdî wekî tu texerekî (çewalekî) ji gotinan di deryayekê de berdî û vala bike, îcar rola me rewşenbîra ew ku em van gotinan vegerînin texer. Dûmahiye din heye…
Hejmara 86 ya Agirî derket
Şemm
03.05.2008
Hejmara 86 ya Agirî derket û roja 30.04.2008’an çap û belav bû.
Agirî bixwînin, binasînin. Têdîtin, pêşniyar û rexneyên xwe ji bo me bishînin.
Agirî li ser vî navnîşanî bixwînin û bidest bixin. http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/agiri/this/index.php
Naveroka hejmara 86 ya Agirî ev e:
Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.
Hejmar 86-30'ê Nîsana 2008
SIYASÎ
● Yekîtiya Ewropayê Banka Milî A Îranê Baykut Dike
● Nesrîn Qasimlo: “Hewce Ye Dayîk Û Babên Kurd, Zarokên Xwe Welatperwer Û Li Dijî Dîktatoriyê Perwerde Bikin”
● Bi Beşdariya Şanda Pdk Îranê, Civîna Koma Giştî A Neteweyên Yekbûyî Li Ser Pirsgirêka Xelkên Xwecih Dest Bi Xebatên Xwe Kir
● Komîteya Amadekar A Kongireya Çardehem A Pdk Îranê Agahdariyek Da Çapemeniyê
● Komara Îslamî A Îranê Xwe Bi Xwediyê Axa Kurdistanê Dizane
● Şiroveya Peyvên Siyasî
● Nerazîbûna Îlamiyan Ji Bo Encama Hilbijartinê, Bû Sedema Kuştin Û Birîndarbûna Dehan Kesan
● Desttêwerdanên Îran Û Sûriyê Di Nav Kar Û Barên Îraqê De Bi Berfirehî Hate Rexnekirin
● Heftînameya "Rojhelat" Bo Yekcarî Hate Daxistin
________________________________________
HEVPEYVÎN
● Dr. Cuwan Heqî: “Kurd Li Serketina Amerîkayê Di Rojhilata Navîn De Faktorê Yekem İn”
________________________________________
CIVAK Û JÎN
● Rewşa Nebaş A Xwendingehên Kurdistana Îranê Ji Warê Aborî Ve
● Bi Beşdariya Nesrîn Qasimlo Semînara Wekheviyê Hat Lidarxistin
● Girûpa Parastina Mafên Rojnamevanên Jin Hate Avakirin
● Komek Ji Mamostayên Kamyaranê Di Daxuyaniyekê De, Piştevaniya Xwe Ji Ferzad Kemanger Eşkere Kirin
● Pitir Ji 74 Zarokên Girtî Di Îranê De Li Benda Îdamê Ne
● Sêv Mêweya Herî Feydedar
● Ava Bendava Mehabadê %40 Kêm Bûye
________________________________________
ÇAND Û HUNER
● Komelayîbûna Mirov
● Kaniya Helbestan
● Firûx Helbestvaneke Pêkhateşikên
● 110’mîn Salvegera Rojnamegeriya Kurdî Pîroz Be
● 110’mîn Salvegera Rojnamevaniya Kurdî Li Seqizê Hate Pîrozkirin
● Li Qahîreyê Salvegera Derketina Yekemîn Rojnameya Kurdî Hate Pîrozkirin
17.04.2008
Bi amadebûna Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, Kosret Reasul cîgirê serokê herma Kurdistanê, wezîra karûbarên şehîdan û enfalkiriyan, wezrê mafê mirov, hijmareke endamêm polîtboruya PDK û YNK ê, hijmareke perlemanterên kurd û malbatên qurbaniyan, îro merasîma bîranîna 21 saliya karesata kîmiyabara deverên Şêx Wesan û Dolî Balîsan hat saz kirin.
Di destpêka merasîmê de rêveberê nahyeya Balîsan bi xêrhatina amdebûyan kir û di axiftina xwe de rola hikûmeta herêma Kurdistanê di avakirina deverê de bilind nirxan û daxz kir ku gingiyeke zêdetir bi devera wan bê dayîn.
Paşî bi vê minasebetê serokê herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û got: Îro em bîranîna rojeke gelek nexweş û reş di dîroka gelê me de dikin. Bîranîna wê roja ku dijmin hewil da jin, mêr, gênc, kala û zarokan qir bike û li vî welatî jinav bibe. Cara yekê bû ku dewletek, di nav welatê xwe de, hevwelatiyên xwe bi çekê kêmyayê bombebaran bike û hewil bide miletekî jinav bibe.
Herwesa Barzanî di axiftina xwe de îşaret bi meziniya wan qurbaniyan kir yên ku rûniştvanên Dolî Balîsan û deverên din yên Kurdistanê di ber welatê xwe de gorî kirine û got: Ev karesat, karesateke ku ti carî jibîr naçe. Di heman demê de ew destkeftên bi dest keftine, destkeftên mezin in, azadiya Kurdistanê, damezrandina perlemantoya Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê berhemê wan qurbaniyan in. Belê, we gelek qurbanî dan, lê deriyekê mezin li pêşiya doza gelê me vekir. Her bi riya van qurbaniyan gelê kurd bi cîhanê hat nasandin.
Serokê herêma Kurdistanê got: Ew tawanbarên ev karesat encam dane gehiştin cezayê xwe yê adil, hindek hatin kuştin û hindek jî hatin îdam kirin, yên mayîn jî li benda cezayê xwe ne. Herwesa ew rijêma ew tawana mezin encam da jinav çû. Kurdistan jî zîndî û avadan bûye, eve jî wê yekê nîşan dide ku tu diktator û tu zalim nikarin îradeya gelekî ku, berevaniyê ji mafên xwe dike, bikuje.
Di dirêjiya axiftina xwe de, Barzanî got: Beriya çend rojekan perlemantoya Îraqê enfala gelê kurd weke jenosîda qebûl kir, ev jî gaveke giring bû, lê em li ser bi tenê nasandina enfal weke jenosîda narawestin, lê belê ew welat û kompaniyên çekê kêmiyayî ji bo jinavbirina gelê kurd alêkariya rijêmê kiriye, pêwîste ew jî bên ceza kirin.
Serokê Kurdistanê ew yek jî got ku pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê tezmînatê bide malbatên qurbaniyên enfalam û di vê yekê de gerek sistiyê nekin.
Di dawiya peyva xwe de serokê Kurdistanê daxaz ji serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û serokê perlemantoya Kurdistanê kir ku komîteyekê ji bo lêkolînan li dor kêmûkasiyên vê deverê pêkbînin û pirsên wan çareser bikin. KRG.org
Grûpa Kamkar li Düsseldorfê konsêrtek da
DÜSSELDORF - Bi konsêrtekê li salona Tonhalle Düsseldorf do grûpa Kamkar dest bi rêzekonsêrtên xwe yên li Elmanyayê kir. Grûpa ji Kurdistana Îranê bêtirî du seetan ji muzîk û stranên farisî û kurdî pêşkêşkirin. Piraniya kesên ku beşdarî konsêrtê bûn, welatiyên îranî bûn; Kurd pir kêm bûn. Hunermendên grûpa Kamkar di beşê yekem de bi cilên sipî dora seetekê muzîka farisî pêşkêş kir. Piştî bêhnvedanê endamên grûpê bi cilên kurdî derketin ser hevoka salonê û dest bi pêşkêşkirina awaz û stranên kurdî kir. Grûpa Kamkar îroj li bajarê Neu-Isenburg (herêma Frankfurtê) û sibe jî li Münchenê du konsêrtan dide. Bazirganek îranî van konsêrtan amade dike. Ji bo naskirina dem û ciyên konsêrtan:
22.03.2008
Serokatiya Kurdistana Iraqê kuştina Şehîdên Newrozê şermezar dike
HEWLÊR (amude.com) - Rojekê piştî kuştara li Qamişloyê serokatiya Kurdistana Iraqê ew "bi tundî" riswa û şermezar kir û ew wek "tawan" bi nav kir. Wê herweha diyar kir ku çendîn ew îşê xwe ji pirsgirêkên navxeyî yên welatên din nayne, "lê çênabe bêdengî li hember van kiryarên hovane hebe ku tê de mafên mirovan hatine binpêkirin herweha û li ser nasnameya neteweyî kuştin hatiye kirin". Serokatiya Kurdistana Iraqê bang li serokê Suriyê Beşar el-Essed kir ku rê li ber berdewamkirina van "tawanan bigire û ji bo eşkerekirina tawanbaran lêkolîn bêne kirin û ew bêne cezakirin". Hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê êvara Newrozê li Qamişloyê bi çekan êrîşî welatiyên kurd kir dema ku wan cejna Newrozê pîroz dikir. Di encamê de sê kes hatin kuştin û çar welatiyên din hatin birîndarkirin.
22.03.2008
Li Wanê polîsên tirk êrîşî jin û zarokên kurd dikin
WAN (Nefel/amude.com) - Li bajarê Wanê li Kurdistana Tirkiyê polîsan êrîşî jin û zarokên kurd kir û ew dan ber lêdanan. Tevî ku waliyê tirk ê bajarê Wanê pîrozkirina Newrozê qedexe kiribû, lê bi organîzatsyona DTPê bi hezaranan kurd îro li Wanê derketin kolanan û xwest cejna Newrozê pîroz bikin. Ta niha bi kêmaî sê kes bi giranî birîndar bûne û polîs û Kurd li kolaneyên Wanê li hev ketine û polîs metodên şidetê yên dijwar bi kar tînin û bi panzeran êrîşî Kurdên sîvîl dikin. Parlamenterên DTPê Fatma Kurtulan û Ozdal Uçer bi cilên kurdî beşdarî pîrozkirina Newroza li Wanê bûn û heta niha du polîsên tirk jî birîndar bûne.
21.03.2008
Qamişlo agir e, Şehîd namire!
Şehîdên Newrozê hatin veşartin
QAMIŞLO (amude.com) - Bi dehhezaran ji welatiyên kurd vê sibehê hersê Şehîdên êvara Newrozê li goristana Hilêlîkê veşartin. Ji mizgefta Qasimo ta goristanê xwpêşandanek li dar ket, tê de dirûşmên mîna "Qamişlo agir e, Şehîd namire", "Divê em mirinê veguhizînin bo jiyanê" û yên din hatin bangkirin û wêneyên Şehîdan hatin bilindkirin. Li ser banga partiyên kurdî li Suriyê, ku îroj ahengên Newrozê pêk neynin, piraniya Kurdên li Kurdistana Suriyê li malên xwe mane. Tenê alîgerên PKK ahengên Newrozê li dar dixin. Malpera Amûdê xwe bi telefonê gihand Kerem Yûsiv, ku yek ji wan kesan e ku bi fîşekan hatin birîndarkirin. Rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe. Li Qamişloyê ji bo şîniyê kon hatine vedan. Ji çalakiya îroj di rêya "Koçka Dengê Gel ji Rojavayê Kurdistanê" ya paltalkê re wêne û du perçeyên vîdyoyê gihan Malpera Amûdê. Ew bi bêrîkfonan hatine kişandin.
21.03.2008
Di êvara Newrozê de xwîn rijiya: Sê Şehîd û çar birîndar - Partî: Newrozê pîroz nekin!
QAMIŞLO (amude.com) - Do dora seet şeşê êvarî li taxa rojava ya Qamişloyê hêzên ewlekariyê yên rêjîma Suriyê sê welatiyên kurd kuştin û çarên dî birîndar kirin. Ev bûyer qewimî dema welatiyên kurd li hev kom bûbûn û li dora agirê Newrozê cejna Newrozê pîroz dikir. Bêyî ku ti pirsgirêk çêbûbin, ji nişkê ve hêzên ewlekariyê gule berdan welatiyan. Mihemed Zekî Remedan (25), Mihemed Mehmud Hisên (18) û Mihemed Yihya Xelîl (36) bi guleyan hatin kuştin. Kesên ku hatin birîndarkirin, ev in: Kerem Ibrahîm Yûsiv (23), Riyad Yûsiv Şêxê, Mihyedîn Cemîl Îssa (35) û Mihemed Xêr Hecî Îssa (25). Birîna Mihyedîn Îssa dijwar e. Komek ji welatiyên din hatin girtin, Aras Ibrahîm Yûsiv (19) yek ji wan e. Partiyên kurdî li Suriyê rêjîma Suriyê wekî berpirsyara kuştina û birîndarkirina Kurdan bi nav dike û bang li gelê kurd li Kurdistana Suriyê dikin ku şîniyê li dar xin û îsal cejna Newrozê pîroz nekin.
Di daxuyaniyekê de, ku ji Malpera Amûdê re hate şandin, 11 partiyên kurdî li Suriyê bûyerên li Qamişloyê wekî "kujtar" bi nav dikin. Partiyên kurdî "kiryarên kuştinê yên li dijî gelê kurd şermezar dikin" û rêjîma Suriyê wekî "berpirsyara kuştina bimebest" bi nav dikin. Partiyên kurdî herweha "rewşa şîniyê ya giştî" ragihand û ji bo "protestokirina vê tawana kirêt" bangî li gelê kurd dikin ku îsal ahengên Newrozê "li hemî herêmên li hundir û derveyî Suriyê" pêk neynin.
Li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê bi dest xistin, gerek sibe seet 9.00 (li gorî dema Qamişloyê) termên Şehîdan ji mizgefta Qasimo ya li Qamişloyê bêne rakirin û di meşeke mezin de ber bi goristanê ve bêne şandin.
Ligel ku wêneyên hin Şehîdan gihane Malpera Amûdê, lê ji ber ku ew wêne piştî kuştina wan hatine kişandin, Malpera Amûdê biryar da ku ji bo rêzgirtina wan ew wêneyan neweşîne.